ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf digel wezîrê karên deve yê Misrê hevdîtin pêk anî

Wezîrê karên derve yê Îranê li kêleka civîna Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) digel Samih Şukriyê wezîrê karên derve yê Misrê hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora Mehr News`ê ji zarê Yewm El-Sabiyê, Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê roja îniyê li kêleka civîna Civata Giştî ya NY digel Samih Şukrî, wezîrê karên derve yê Misrê, hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Ehmed Ebu Zêyd berdevkê fermî yê wezareta karên derve ya Misrê li bara vê hevdîtinê got: Wezîrên karên derve yên du welatan li vê hevdîtinê li bara çalakiyên Tevgera Qeydnenasan û helwêstên vê tevgerê li bara mijarên cûrbicûr ên navneteweyî û navçeyî gotûbêj kirin.

Ehmed Ebu Zêyd her viha got: Hilkolandina mijarên navçeyî û qeyranên niha li Rojhilata Navînê bi taybet rewşa Sûriyê ji babetên din ên vê gotûbêjê bûn.

Her viha li vê hevdîtinê du aliyan li ser girîngiya bidestxistina agirbesa lezgîn û berçavgirtina wê ji aliyê hemiyan pêgirî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu