ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: “Heke bêsoziyên Amerîkayê bidomin, em ê bijardeyên xwe cih bînin”

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ko Têhranê hin bijarde li hemberî binpêkirina sozan ji aliyê Amerîkayê va li warê Lihevkirina Navokî hene, ji Erebistanê xwest ku siyasetên xwe li navçeyê biguherîne.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf li gotûbêja bi kanala têlêvîziyonî ya El Cezîreyê tevî rexneya ji bêsoziya Amerîkayê li warê cihanîna Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û Koma 5+1ê got:  “Wisa ku Îranê bi caran ragihandiye heke ev bêsozî bên domandin, Têhran jî wê bijardeyên xwe yên cûrbicûr ji bo sekinîna li hemberî kiryarên nekêthatî yên Amerîkayê cih bîne”.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser îdiaya Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li bara viya ku lihevkirina digel Komara Îslamî ya Îranê li ser xêr û qazanca Amerîkayê nîne û got: “Ji billî viya ku ev gotin dûrî zanyariyên rast û durust in, divê em vê yekê berçav bigirin ku her lihevkirinek nikare ji hemî hemî aliyan îdeal û ya herî baş be”.

Zerîfî got: “Wisa ku hin hêma û beşên vê lihevkirinê ne bi dilê Îranê ne, eva xwezayî ye ku hin babetên vê lihevkirinê li gorî xwest û kêfa Asmerîkayê nebin; Lê divê em viya berçav bigirin ku ev lihevkirin lihevkirineka dualî an çendalî nîne belkî beşek ji biryarnameya Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) ye ku lis er du salan gotûbêj û diyalog pêk hatiye”.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: “Heke Amerîka sozdariya xwe li warê vê lihevkirinê ragihîne, ev welata dê bikeve rewşeka baştir û heke wê binpê bike, civaka navneteweyî wê tu wextî pêbaweriya xwe bi sozên amerîkiyan neyne”.

Zerîf têkildarî dewama nakokî û gêreyên navebra Îran û Erebistanê jî got: “Tevî viya ku Îranê herîkêm di heyama çar salên bihurî da bi caran amadetiya xw eji bo çareserkirina pirsgirêk û kêşeyan digel Erebistanê anioye zimên, lê aliyê siûdî tu carî pêngavek li vî warî da ranekiriye”.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: “Em fikir fikin ku peywendiyên navbera Îran û Erebistanê divê vî rengê niha neyê domandin; Ji ber ku em li ser vê bawerê ne ku divê Îran, Erebistan û welatên din li navçeyê hin stratijî û siyasetan ji bo xurtkirina ewlehiya xwe bigirin ber xwe neku ji bo lawazkirina wê yekê”.

Zerîfî got: “Baweriya me bi vê yekê heye ku helwêstên Erebistanê li Kendavav Farsê erênî nîmim û wek mînak em dikarin balê bikişînin ser siyasetên Erebistanê derbarê Qeterê”.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser dijayetiya Îranê digel êrîşa Iraqê ser Kuwêytê û got: “Komara Îslamî ya Îranê li ser paratina ewlehiyê û girîngiya sînorên naskirî yên navneteweyî û destwernedana li karên navxweyî yên welatên din pêgiriyê dike; Wisa ku li dijî her cûre hewildana ji bo parçekirina welatên navçeyê ye û li ser vê baweriyê ye ku her cûre guhertina li warê hakimiyet û serweriya welatên navçeyê li ser ziyana aştî û aramiya li navçeyê ye”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu