CîhanEwropaNûçe

Ji Katalonyayê bo Îspanyayê: Em biaxivin

Serokê Herêma Xweser a Katalonyayê Carles Puigdemont bi nameyekê bersiva pirsa ‘Hun dê serxwebûnê ragihînin?’ da.

Carles Puigdemont heftiya borî li ser ragihandina serxwbûnê tu daxuyanî nedabûn lê îro hurgiliyên nameya ku ji serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy şandibûn re diyar bûn.

Li gorî çapemeniya Katalonyayê Puigdemont bersiva pirsa ragihandina serxwebûnê bi eşkereyî neda. Puigdemont di nameya xwe de amajê pê dike û dibêje, divê di van her du mehên pêş de bi Rajoy re deriyê diyalogan vebe.
Ji hêla din ve Rajoy, ji Puigdemont xwestibû ku helwesta xwe zelal bike û heta îro (dûşem) saet 10an wext dabûyê. Herwiha Rajoy daxuyandibû ku, eger Katalonya di serxwebûnê de biryardar be Rêverberiya Madrîdê dê xweseriya Katalonyayê rawestîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu