EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Şeytana mezin Amerîka yê li Efxanîstanê sivîlan kirin armanc

Li encama bombebarana hin beşên wilayeta Hilmenda Efxanistanê ji aliyê balefirên cengê yên hêzên biyanî bi serkirdetiya Emerîkayê, çend kes hatin kuştin û birîndar bûn.

 Li gorî  rapora IRIB News`ê, Muhemed Yasîn Xan, waliyê Hilmendê kuştina çend kesên sivîl li encama êrişa hewayî ya hêzên biyanî ser bajarê Germesêra  Wilayeta  Hilmendê piştrast kir lê amareke deqîq li bara  hejmara  kuştî û birîndaran  raber nekir.

Li vê barê, hin raporên  ne fermî li bara kuştina 20 kesên sivîl ên efxan  li encama vê êrişê agahî dane.

Şemiya buhurî jî li encama êrişa hewayî ya hêzên biyanî ser wilayeta Hilmendê du kesên sivîl ên efxan  hatin kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu