ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Ismayîlî: 3700 navendên pedafenda hewayî li Îranê çê bûne

Qumandê navenda Pedafenda hewayî ya Xatemul-Enbiyah a artêşa Komara islamî ya Îranê got: 3700 navendên pedafenda hewayî li 6 salên bihurî li Îranê çê bûne.

Li gor rapora IRIB News`ê, Emî Sertîp Ferzad Ismayîlî Qumandê navenda Pedafenda hewayî ya Xatemul-Enbiyah a artêşa Komara islamî ya Îranê li gotinên xwe yên duh çarşemê li bajarê Xuyê li parêzgeha Azerbaycana Rojava got: 3700 navendên pedafenda hewayî li 6 salên bihurî li Îranê çê bûne û qirare ku hetanî kutahiya bernama şeşane geşatiya Îranê ev hejmara bigehêje pênc hezar navend.

Qumandê navenda Pedafenda hewayî ya Xatemul-Enbiyah a artêşa Komara islamî ya Îranê bal kişande ser viya ku xebatên hêzên çekdare Îranê qet siyasî nîne got: Hêzên çekdare Komara islamî ya Îranê bi fermana qumandê giştî yê hemû saziyên Îranê ne û bona berevaniya ji xwîna şehîdan, ax û gelê Îranê amade ne ku canê xwe fîda bikin.

Qumandê navenda Pedafenda hewayî ya Xatemul-Enbiyah a artêşa Komara islamî ya Îranê bal kişande ser mêrxasî û camêriya pedafenda hewayî ya artêşa Îranê li 8 salên berevaniya pîroz û destnîşan kir; Îranê li destpêka destdirêjiya rejîma beise Iraqê ser Îranê, Iraqê 650 firokêên eskerê hebû û li kutahiya şêr ev hejmara gehiştibû hezar û 130 firokên şerî ku Pedafenda hewayî ya artêşa Komara islamî ya Îranê 700 ji van firokên şerî jinav bir (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu