Mafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Dewama destdirêjiya Erebistanê ser axa Yemenê

Hevalbendiya Erebî ya destdirêjker a ser axa Yemenê bi serkirdetiya Erebistanê êrişên xwe yên ser navçên curbicure vî welatî didomîne.

Li gor rapora televîzyona Al-Alamê, firokên şerî yên Erebistanê duhb pêgeha eskerî ya Emalqe li parêzgeha Umran li bakûra Yemenê bombbaran kir ku di encamê da du eskerên yemenî hatine kuştin.Firokên şerî yên Erebistanê herwisa bajarokê Zî Naim li parêzgeha Beyzayê li başûra Yemenê jî bombebaran kirin û agirbesa vî navçê binpê kirin.Herwisa firokên şerî yên Erebistanê ketine nav esmana parêzgehên Seide, Cûf û Teizê û li wan deran jî agirbes binpê kirin.

Yek ji berpirsên karûbarên awareyan li Senayê roja sêşemiyê li gotûbêja bi kanala Al-Alamê re got: 2 milyon û 640 hezar kes ji xelkê Yemenê ji ber êrişên esmanî yên Erebstanê û hevpeymanên wê malên xwe cih de hêştine û aware bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu