ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Sertîp Dêhqan: Îran wê bi Rûsiyê re li mijara Sûriyê hevkariyê bike

Wezîrê berevaniya Îranê got: Îran jibo alîkariya bo dewleta qanûnî ya Sûriyê, wê hevkariyên pêwîst bi Rûsyê re cih bîne.

Li gorî rapora Fars News`ê serdar sertîp pasdar Hisên Dêhqan, wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdar ên Îranê, îro şemiyê li kêleka kombûna 5 hezar kesî ya besîciyên wezareta berevaniyê, li ser heza Rûsyê jibo bikaranîna dubare ya pêgeha Nojeya Hemedanê li rojavayê Îranê, li nav koma nûçegîhanan, herwiha got, Îran jibo alîkariya bo dewleta qanûnî ya Sûriyê, wê hevkariyên pêwîst bi Rûsiyê re cih bîne.

Sertîp Dêhgan, bal kişand ser vê yekê kirrîna balafira cengî ya S- 300`ê ji Rûsyê, li nav bernameya wezareta berevaniya Îranê da ye û destnîşan kir, Îran wê bona dabînkirina hewcetiyên xwe yên berevaniyê ji bilî Rejîma Siyonîst û Amerîkayê, bi her welatekî ra ku bikaribe, hevkariyê bike.

Wezîrê berevaniya Îranê, herwiha encamên hilbijartina serokkomariya Amerîkayê, negirîng da zanîn û got: Amerîka bi dû berjewendiyên xwe yên li navçê ye û bijartina Donald Tramp yan Hîlarî Klînton, di rastiyê de tu guherînekê pêk nayîne û Îran li hember tu zextekê, ji helwêstên xwe paşda nakişe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu