ÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna rojnamevaniyê ya serokê Komara Îslamî ya Îranê li Urmiyê

Serokê Komara îslamî ya Îranê got :Bingeha bernama dewleta 11`an, geşepêdana îxracatê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja sêşemiyê li dawiya sefera xwe ya du rojî bo parêzgeha Azerbaycana rojava li civîna tev nûçegihanên bajarê Urmiyê li bara îxracata berhemên cotkariyê û berhemên madenî yên vê parzêgehê got: Ji destkevtên pir giring ên dewletê ku bo cara yekê li 60 salên buhurî li Îranê cih hat eva bû ku berhemên neniftî yên Îranê li warê îxracatê pêş îtalatê ket.

Rûhanî got: Parêzgeha Azerbaycana rojava ji babeta zirûfên cotkariyê û cînaretiya bisê welatan re, mewqiya stratejîk û giring ya pir bilind heye û divê sînor werin aktîvkirin û riyên ber bi van sînoran werin vejiyandin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser îmkan û zirûfên berfireh ên parêzgeha Azerbaycana rojava û cînaretiya wê bi sê welatên navçeyê û destnîşan kir, destpêkirin û operasyona cihanînê ya 369 projeyan li parêzgeha Azerbaycana rojava, rewş bo avedankirin û alûgureke mezin li vê parêzgehê xweş kir .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser yekitî û hewdengiya baş di navbera berpirsan, rayedarên çandî, navenda Ilmiye û alim û rûhaniyên parzêgeha Azerbycana rojava û got : Li vê parêzgehê, şîe, sune, kurd, aşûrî û ermenî hemî di kêleka hevdu wekî ewladên serbilind ên Îranê jiyan dikin .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser cihanîna projeyên mezin û pêşketî yên pêşeyî û got : Îro bi destpêkirina xebata karistana peştroşîmiya Mehabadê, pêngavek li vê çarçêvê hat rakirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu