CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Cehangîrî: Em ê li hemberî qanûna dijî koçberan a Amerîkayê helwestê nîşan bidin

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îran yê wekî berteka li hemberî qanûna dijî koçberîyê ya Donald Trump serokomarê Amerîkayê helwestê nîşan bide.

Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê îro li koma nûçegihanan li bajarê Têhranê, wekî berteka li hemberî biryara dewleta Amerîkayê ya bisînorkirina dayîna vîzeyê, bi sekinîna ser piştgirîya dewleta Îranê ji welatîyên xwe li her dereke dinyayê, got: Em ê li hemberî kiryara dijî qanûnê, neînsanî û li dijî mafên mirovan a Amerîkayê helwestê nîşan bidin.

Cehangîrî herwiha got: Kiryara nemaqûl a Trump careka din mafên mirovan ên ku amerîkî didin nasandinê li dinyayê û li civakên navnetewî vedikin ta ku xelkên dinyayê bizanin ku bi çi sîstemekê ra rûbirû ne.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îranî gelê herî bişaristanîyet ên dinyayê ne, lewma kes nikare wan ku bi xwe bûne gorîyên têrorîsmê, li warê piştgirîya ji têrorîsmê tawanbar bike.

Cehangirî herwiha got: Îran li hemberî têrorîstên ku bi piştgirîya Amerîkayê û hin welatên navçê derketin holê û ewlehîya gelên Iraq, Sûrîye, Yemen û Lîbyayê aloz kirin, sekinî û nehêla ku têrorîst li Efganistan, Pakistan, Sûrîye û Iraqê bibin desthilatdar.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê, înîyê şevê bi idiaya têkoşîna li hemberî têrorîsmê fermana bisînorkirinên berfire ya derbasbûna penaxwaz û koçberên ji welatên islamî yên wek Îran, Iraq, Sûrîye, Sûmalî, Lîbya û Yemen û Sûdanê nav axa Amerîkayê wajo kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu