ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta Karên Derve ya Îranê balyozê Holendê vexwend

Wezareta Karên Derve ya Îranê bi nîşana nerazîbûna li hemberî êrişa hejmarek kesên dijî inqilabê û perçekirinxwaz ser balyozxana Komara Islamî ya Îranê li Lahayê, sefîrê Holendê yê li Têhranê vexwend.

Li gorî rapora Dayra Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê, Sefîrê Holendê yê li Têhranê Jak Loyî Wornêr (Jacques Louis Worner) ji hêla Wezareta Karên Derve ya Îranê va hat vexwendinê û ew ji nerazîbûna Komara Islamî ya Îraên hat agahdarkirinê.

Di daxûyanîya Dayra Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Îranê da hatîye ku berê jî êrişên bi vî rengî pêk hatine û polîs û rayedarên dadwerîyê yên Holendê pêngaveke teqil di warê sekinandina wan de ranekirine lewma tê xwestin ku Holend di çaçrova sozên xwe yên li gorî Konvansyona 1961`ê ya Vîyenê û dabînkirina ewlehîya balyozxane û dîplomatên Komara Islamî ya Îranê yên li Lahê da pêngavan rake.

Sefîrê Holendê yê li Têhranê jî ji ber êrişa hejmarek kesên dijî inqilabê û cudatîxwaz ser balyozxana Komara Islamî ya Îranê ya li Lahê heyf û mixabinîya xwe nîşan da û raporek derbarê bertek û pêngavên polîsên vî welatî li hemberî êrişkeran da raber kir.

Çarşema buhurî di 9`ê Çillê da çend kesan êrişî balyozxana Îranê ya li Lahaya Holendê kirin.

Êrişa ser balyozxana Îranê ya li Lahaya Holendê rojekê piştî wê qewimî ku YE`yê ser bingeha idiayên Danmarkê yekem dewra boykptên dijî Îranê sepand.

Danmarkê di 30`yê Cotmehê da bêyî raberkirina heta belgeyekê, Têhran bi hewildana ji bo pêkanîna êrişekê li axa wî welatî tawanbar kir lê Komara Islamî ya Îranê ew idiaya ji binî va derew zanî.

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Bênyamîn Netanyaho jî soresor ragihand ku Israyîlê roleke rasterast li dosîyesazîya Danmarkê dijî Îranê hebûye.

Başa dön tuşu