ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Şiyana Teşkîlata Hêzên seferberiya Gelanî ya Iraqê ji bo dabînkirina ewlehiyê

Sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê got: Teşkîlata hêzên seferberiya gelanî ya Iraqê (Heşdê Şeibî) şiyana xwe ya dabînkirina ewlehiyê li vî welatî heye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Elî Şemxanî sikritirê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyiya Îranê roja sêşemiyê li hevdîtina digel Nûrî Malikî cîgirê serokomarê Iraqê li Têhranê bal kişande ser destkeftên berfireh ên hêzên artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li têkoşîna li hemberî têrorîsmê û her wiha got: Kompûloya têrorîsmê çavkaniya sereke ya bêewlehî û nearamiyê bûye û serketinnê artêşa Iraqê li vî warî da nîşana vê rastiyê ye ku tenha riya durist a têkoşîna li hemberî têrorîsmê palpiştiya bo şiyan û hêza bêhempa ya gel û bikaranîna derfetên herêmî û gelanî ye.

Şemxanî bal kişande ser vîna Îranê ya piştgiriya berdewam ji dewlet û gelê Iraqê ji bo wêdadayîna komploya têrorîsmê û got: Hin astengîderxistinên pêkhatî ji aliyê Amerîkayê va ji bo dirêjkirina westîner a pêvajoya azadkirina Mûsilê li bakurê Iraqê ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê encama dijberiya Amerîkayê digel bidawîhatina qeyranê li navçeyê ye. Nûrî Malikî jî tevî raberkirina raporekê li bara guhertinnê herî dawiyê li Iraqê, armanca sefera bo Îranê û hevdîtina digel berpirsên Komara Îslamî ya Îranê berfirekiirna peywendiyên giştalî û danûstandina ji bozêdekirina hevdengiyê li çarçoveya bereya Berxwedanê da zanîn.

Malikî tevî sipasiya ji piştgiriyên giştalî yên Komara Îslamî ya Îranê ji Iraqê li şerê dijî têrorîsmê, her wiha got: Berdewambûna serketinnê berbiçav ên Bereya Berxwedanê li hemberî têrorîsmê û piştgirên navçeyêî û rojavayî yên wan hewcedara naskirn û wêdadayîna berbendan û plandarîştina ji bo xurtkirina şiyan û derfetên siyasî, berevanî û ewlehiyê ye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu