ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Wêranbûna binesaziyên bingehîn ên Yemenê ji ber êrîşa firokeyên şêrr ên Erebistanê

Erebistanê di dewama xerakirin û jinavbirina binesaziyên Yemenê, dekelên telekomê li parêzgeha Seideyê li bakurê vî welatî dane ber bombeyan.

Li gorî rapora kanala nûçeyan a El Mesîreyê, Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya destdirêjker a Siûdî roj Duşemiyê 20 caran dekel û şebekeyên telekomê li şaristanên Hîdan û Seharê li parêzgeha Seideyê dane ber êrîşê.

Li ê raporê tu amajeyek bi goriyên hitmalî yên vê êrîşê nehatiye kirin; Lê hat ragihandin ku piştî van êrîşan, têkilliya têlêfonî navbera navçeyên Hîsan û Seharê bi navçeyên din ên Yemenê ra hatiye qutkirin.

Hevpeymaniya destdirêjkeran bi serokatiya Erebistanê piştî têkçûna li meydanên şêrr, êrîşên xwe yên esmanî lis er binesaziyên Yemenê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî bi taybet li parêzgeha Seideyê girantir kirine.

Başa dön tuşu