ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta berevaniya Îranê: Îmam Xumêyînî (RE) nêhrîna du cemserî ya desthilatdar û zolmlêkirî jinav bir

Wezareta berevanî û piştevaniya hêzên çekdare Îranê destnîşan kir: Îmam Xumêyînî (RE) îrade û cesareta heqxwazî û xebata dijî zolmê bona gelên zolmdîtî xelat anî û nêhrîna du cemserî ya desthilatdar û zolmlêkirî jinav bir.

Li gor rapora IRIB Newsê, Wezareta berevanî û piştevaniya hêzên çekdare Îranê îro yekşemê li daxûyaniyekê bilî rêzgirtina bîreweriyêm Îmam Xumêyînî (RE) xîmdarê Komara îslamî ya Îranê û 55 salvegera serhildana xwînavî ya 15 Xurdadê ragihand: Îmam Xumêyînî(RE) bi pêkanîna hikûmetekê gor qayde û qirarên îslamî, alûgorekî mezin seratir ji cuqrafiyaya Îranê û li navçê û cîhanê çêkir bi curekê ku qurna nû qurna jinavçûna bûkikên ji nezera rûwekî bi qudrete û ev qurn runa qudretgirtina ducarî ya îslamê ye.

Sibe duşemê 14 xurdadmeha sala 1397 beranberî 19 meha rojiya 1439 H-Q û 4 Hezîrana sala 2018 salvegera 30-an a emrêxwedêkirina Îmam Xumêyînî (RE) xîmdarê komara îslamî ya Îranê ye.

15 Xurdadmeha sala 1397 beranberî 5 Hezîrana 2018 hevçaxî salvegera serhildana dîrokî ya Îmam Xumêyînî (RE) li sala 1342 beranberî sala 1963 ye.

Li daxûyaniya wezareta berevaniya Îranê hatiye: Li 29 salên bihurî diyaloga Îmam Xumêyînî (RE) terseyî pîlanên dijminan hema hîn jî zindî ye û şûn û eserên vê diylogê li qahîmkirina qudreta îslamê û Komara îslamî ya Îranê li hindiseya qudreta cîhanî tişteke ku roja îro nayê înkarkirin.

Başa dön tuşu