NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta berevaniya Rûsiyayê: Tu belgeyek li bara êrişa kîmyavî ya li Domayê tune

Wezareta berevaniya Rûsiyayê duşemêşev ragihand ku artêşa vî welatî tu şûn û eserek li ser êrişa kîmyavî ya ser Domayê li Qûteya Rojhilatî ya Sûriyê nedîtiye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Wezareta berevaniya Rûsiyayê duşemêşev ragihand ku lêkolên wan heta di nav nexweşxaneyên Domayê jî geryane û tu şûn û eserek li ser êrişa kîmyavî ta ser vê nav=çê nedîtine.

Terorîstên Cêyşul-îslam yên musteqer li Domayê duşemêşev dewleta Şamê bi êrişa kîmyavî ya ser vê navçê tawanbar kirin û ragihandin li vê êrişê 150 kesên sivîl hatine kuştin lê dewleta Sûriyê ev tawana bi tundî ret kir.

Wezareta berevaniya Rûsiyayê ragihand ku ev dêmen û fitoyên ku li ser torên civakî li bara êrişa ser Domayê belav bûne hemû derewin.

Wezareta karên derve yê Rûsiyayê jî yekşemê ragihand ev îdiayên ku li bara êrişa dewleta Sûriyê têne kirin , bona viyaye ku aliyên biyanî ji bo êrişa ser Sûriyê bêne haydan.

Navenda Çavderiya Agirbesta Sûriyeyê ya Rûsyayê jî ragihand ku di lêkolînên li Domaya ku tê îdiakirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn de, tu şopeke madeyên kîmyewî nehatiye dîtin.

“Tîma Navenda Şopandina Agirbestê ya ji pisporên radyasyon û parastina madeyên kîmyewî û biyolojîk, 9ê Nîsanê li Domaya ku tê îdiakirin çekên kîmyewî hatine bikaranîn lêkolîn kir.”

Navendê ragihand ku di encama lêkolînê de ti şopeke madeyên kîmyewî nehatiye dîtin û hat gotin, “Pizîşkên leşkerî yên navenda şopandina agirbestê çûn serdana saziya tenduristiyê ya li Domayê. Li ser nexweşên li wê derê bûn ti nîşaneyên jehrîbûna bi madeya kîmyewî yan jî bandorên madeya kîmyewî nehatin tesbîtkirin.”

Medyayên rojavayî û erebî yên piştevanê terorîstan ji şemêşev şerekî pîskolojîke giran dijî dewleta Sûriyê destpê kirine.

ajansa fermî ya Sûriyê jî şemêşev ragihand ku terorîstan piştî işkestan giran, pilana istifadeya artêşa Sûriyê ji çekên kîmyavî gêrandine bona ku pîşiya pêşketina artêşa Sûriyê bigrin.

General Yorî Yotoşinkov serokê Navenda rûsî ya hevahengiya Aşitiya Netewî ya Sûriyê ku navenda wê li navça Hemîmîma Laziqiyê ye ragihand: Ji destpêka Nîsanê heta niha 4 hezar û 115 terorîst û malbatên xwe va ji derbasgehên êmin li nîzikiya kempa Rafidîn li Domayê li parêzgeha Rîfa Şamê hatine derxistin.

Wî got: Ji roja 28 Sibatê heta niha 33 hezar û 345 kes ji navça Domayê hatine derxistin.

 

Li gorî vê raporê rêketina ji bo derketina terorîstên Cêyşul-îslamê jî Domaya Sûriyê ji ber neyariya di navbera baska eskerî û baska siyasî ya vê grûpa terorîst rastî pirsgirêkan hatiye.

Hatiye ragihandin ku niha 13 Bas tijî terorîst û malbatên wan li derbasgeha Rafidîn hatine rawestandin û bi hêviya îzna derketina ji Domayê ne.

Eger ev terorîstane ji Domayê derkevin, Qûteya Rojhilatî jî bi tamî ji wicûda terorîstan paqij dibe.

Kirîza Sûriyê ji sala 2011 ku grûpên terorîstî yên ku Erebistan, Amerîka û hevalbendên van welatan piştevaniya wan dikirin, destpê bû û hedefa van kirîzan jî guhartina nizama siyasî nav Sûriyê bû , lê ev pîlanên wan rastî işkestê hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu