NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta berevaniya Rûsya: Dibe Bexdadî di êrîşeke esmanî ya Rûsya de hatibe kuştin

Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand ku xelîfê DAIŞê Ebubekir el-Bexdadî dibe ku li Sûrîye, di êrîşeke esmanî ya ku hêzên Rûsî di 28’ê Gulanê de li dar xistîye de hatibe kuştin.

Wezaretê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku Rûsya, êrîş ser agahîyeke îstixbaratî li dar xistîye ku rêberên DAIŞê di dawiya meha Gulanê re li taxeke li başûrê Reqa kom bûne.

Wezaretê da zanîn ku ew hewl didin ku agahîya kuştina Bexdadî piştrast bikin û bi berdewamî dîyar kir ku dibe ku di êrîşê de 30 rêberên DAŞê û 300 çekdarên din jî hatibin kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu