NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta berevaniya Rûsyê: Sîstima S-300`ê radestî Sûriyê hate kirin

Sergey Shoygu (Sêrgêy Şowêygu), wezîrê berevaniya Rûsyê, roja sêşemiyê li civîna Konseya Ewlehiyê ya vî welatî, ragihand ku sîstema berevaniya mûşekî ya S-300`ê radestî Sûriyê hatiye kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Şowêygu li vê civînê ku bi serokatiya Vlademîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê, hate lidarxistin, destnîşan kir: Ligel vê sîstema berevaniya mûşekî, hin alavên taybet ji bo xurtkirina ewlehiya leşkerên rûs, radestî dewleta Sûriyê bûne.

Wezîrê berevaniya Rûsyê, bal kişand ser vê yekê ku Moskowayê perwerdekirina bikaranîna sîstema S-300`ê bo karzanên sûrî destpê kiriye û got: Ev perwerdehî wê sê mehan berdewam be.

Rûsyê meha buhurî biryar da sîstema berevaniya mûşekî ya S-300 radestî artêşa Sûriyê bike.

Ev biryara wek berteka  li hember jordaxistina balafireka leşkerî ya rûs û mirina 15 kesên têde dema êrişa balafirên cengê yên îsraîlî ser parêzgeha Laziqiyê li bakûra rojava ya Sûriyê, hatiye dayîn.

Balafireka leşkerî ya Ilyushin 20 (Îloşîn a 20`an)  ya Rûsyê, duşemiyê 17`ê Îlonê hevgavê êrişa 4 balafirên cengê yên F- 16`an ên Îsraîlê ser Laziqiyê, hatin rûxandin.

Wezîrê berevaniya Rûsyê, sêşemiyê 18`ê Îlonê, li daxuyaniyekê destnîşan kir: Berpirsyariya jordaketina balafira leşkerî ya vî welatî û mirina rêwiyên têde bi tamî ser milê Îsraîlê ye.

Îsraîlê heya niha bi caran di çarçoveya piştgîriya terorîstan, bargehên artêşê û binavahiyên Sûriyê kiriye hedef.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an ve bi êrişa berfireh a komên terorîstên ku Erebistan, Amerîka û hevgirtiyên wan bona guherîna rewşa navçê ser xêra Rejîma Siyonîst pişta wan digire, destpê bûye.

Artêşa Sûriyê vê dawiyê bi alîkariyên misteşarî yên Îranê û piştgîriya Rûsyê, karî dosya Koma Terorîst a DAIŞ`ê li vî welatî girêde. Komên din ên terorîst jî li halê têkçûnê ne.

Îsraîl û Amerîka pirr dilgiranê şikesta terorîstan li Sûriyê ne.

Başa dön tuşu