IraqNûçeRojhilatanavin

Wezareta Berevaniyê ya Iraqê: Em nêzikî hevhatina bi Wezareta Pêşmerge bûne

Tehsîn Xefacî, Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê di gotûbêja bi Rûdawê ra ragihand ku gotûbêja bi Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ra didome û du alî nêzikî bidestxistina lihevkirina dawiyê bûne..

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê her wiha got ku heta niha hîç demeka diyar jibo pêkanîna civînên din navbera desteyên Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê nehatiye tayînkirin û ev civîn piştî bidawîhatina xebata desteyên taybet ên du aliyan pêk tê.

Wî got ku piştî bidestxistina hevhatina dawiyê navbera du aliyan, naveroka lihevkirinameyê jibo wajokirina dawiyê dê raberî Adil Ebdulmehdî serokwezîr Iraqê wek Fermandarê giştî yê Hêzên çekdar ên vî welatî were kirin.

Başa dön tuşu