ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta karên derve Îranê , teqînên terorîstî li Tirkiyê şermezar kirin

Behram Qasimî, got: Wisan ku me bi caran ragihandiye, Komara Îslamiya Îranê, zext û zor û her cure kiryara tund û terorîstî bi her awayî û li her derekê, bi tundî şermezar dike û kuştina mirovên bêsûc, nebaş dide zanîn û wê cinayeteka mirovî dizane.

Qasimî destnîşan kir: Wer xuya dike ku destên qirêj û şûm, hewldanên xwe yên bêencam bona pêkanîna bêewlehîtî û nearamkirina navçeyê û bi taybet li welatên islamî, zêde kirine û pêwîst e ku dewlet û xelkê navçeyê, bi hişmendiya tam li hember van cure kiryarên xirabker û dijî mirovan bisekinin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamiya Îranê, Behram Qasimî, got: Bêşik ev cure kiryarên terorîstî, tu caran nikarin armancên terorîstan ên dijî mirovan pêk bînin, belki wer xuya dike ev cure kiryar, wê bibin sedema hevdengiya zêdetir a gel û netewên navçeyê bona sekinîna li hember van kiryarên hovane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu