CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta karên Derve ya Amerîkayê: Waşîngton pişta nerazîtiyên nav kolanan li Îranê digire

Amerîkayê ku dosyeyeka stûr li warê destwerdana li karên navxweyî yên Îranê heye, careka din ragihand ku qaşo pişta gelê Îranê digire.

Li gorî rapora Fars Newsê, Wezareta karên Derve ya Amerîkayê roja Îniyê li hisaba xwe ya Twitterê nivîsî: Waşêngton ji nerazîtiyên nav kolanan li Îranê piştgiriyê dike.

Alîkarê Serokomarê Amerîkayê, Mayk Pêns jî roja 23ê Tîrmeha 2018an destnîşan kiribû ku Waşîngton pişta nerazîtiyên nav kolanan li Îranê digire.

Pêns got ku dewleta Trump dê li kêleka mnerazîyan li Îranê be.

Bi desthilatdarbûna Donald Trump li Azmerîkayê wek serokomar, Waşîngtonê şerekî nû yê propagandayî li dijî Komara Îslamî ya Îranê dest pê kiirye ku armanca wî pêkanîna nearamiyê li Îranê ye.

Amerîkî hewil didin ku bi sepandina boykotên giran, pêkanîna şerê aboriyê û zextên rewanî  nerazîtiya li nav Îranê pêk bînin.

Başa dön tuşu