ÎranNûçeRojhilatanavin

Nîvdaliqandina ala Îranê li balyozxanên vî welatî li cehanê

Ala Îranê li sefaretxanên vî welatî li cehanê bi awayekî nivî hat daliqandinê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê ji nûçegihanê me re got ku hevgavê şîna giştî ya ji ber koça dawîyê ya ayetulah Haşimîyê Refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê û dostê dêrîn ê rêberê giranqedir ê inqilabê, ala Îranê li sefaretxane û konsulxanên vî welatî li 80 welatên cehanê bi awayê nivî hat daliqandin.

Behram Qasimî rêz li kesayetîya zanistî û cîgeha sîyasî ya Haşimîyê Refsencanî girt û ew sîyasetmedarekî serkevtî wesif kir û got: Mirov dikare navê wî li rêza sîyasetvanên mezin ên Îrana hevdem bicih bike. Kesayetîyek ku ji hitbar û mewqîya cehanî li dîplomasî û sîyasetê hebû.

Li gorî gotina wî, sefaretxane û konsulxanên Îranê di sê rojên şîna giştî ya fermî da, yê lênûsa bîrewerîyê vekin û bi vî awayî mazûvanîya rayedar û kesayetîyên bîyanî jibo qeydkirina nivîsar û rêzgirtina sîyasî li bara kesayetîya wî bin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu