ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Wezareta Karên Derve ya Indonezyayê sefîrê Erebistanê vexwend

Wezareta Karên Derve ya Indonezyayê şeva buhurî bi nîşana nerazîbûna li hemberî kuştina xizmetkarekî indonêzyayî li Erebistanê, sefîrê Erebistanê li Cakartayê vexwend.

Wezareta Karên Derve ya Indonezyayê di wê vexwendinameyê de ji Erebistanê xwestîye ku Rîyaz bila bêje ka çima Cakarta derheq vê kuştinê agahdar nekirîye.

Nivîsgeha Joko Widodo serokomarê Indonêzîyê jî duh di daxûyanîyekê de ragihand ku Widodo di peywendîya telefonî ya digel Adil Cubêyr Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê de nerazîbûna tund a xwe li hemberî kiryara Rîyazê ya kuştina Tuti Tursilawati welatîya indonêzyayî ragihandîye.

Rîyazê roja duşemê Tuti Tursilawati bi tawana kuştina welatîyekî Seûdî li şarê Taifê kuşt.

Lê Sazîya Piştgirîya ji Koçberan a Indonêzyayê ku di çarçova parastina mafên karkerên vî welatî de kar dike, radigihîne ku Tuti Tursilawati hîç kesek nekuştîye belkî xwe li hemberî xwedîkarê xwe yê erebistanî ku hewil daye dest bavêjê, parastîye.

Gellek xizmetkarên bîyanî ku li malên welatîyên Seûdî kar dikin, bilî ku di rewşeke giran de kar dikin, ji hêla cinsî ve tên istismarkirinê.

Başa dön tuşu