IraqNûçeRojhilatanavin

Dr. Adil Ebdulmehdî: Ez ji kurdan zêdetir Herêma Kurdistanê diparêzim

Serokwezîrê Iraqê Dr. Adil Ebdulmehdî ji kurdan bêtir mafên Herêma Kurdistanê diparêze.
Îro çarşemê Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad di semînera “Rola Parlementoya Iraqê di bihêzkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û desthilatiya federaliya Iraqê” axivî. Beşîr Hedad behsa rola Dr. Adil Ebdulmehdî di warê parastina mafên kurdan kir.

Dr. Beşîr aşkere kiriye Dr. Adil Ebdulmehdî di hevdîtinekê de gotiye ew ji kurdan bêtir li mafên Herêma Kurdistanê xwedî derdikeve.

Herwiha Hedad daye zanîn ku Ebdulmehdî 4 salan ligel Pêşmergeyên kurdan li çiyan dijî rejima Beasê şer kiriye û li mafên kurdan xwedî derdikeve û divê kurd jî vê yekê bizanibin û peywendiyên baş ligel Ebdulmehdî deynin.

Beşîr Hedad aşkere jî kiriye serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malîkî jî dixwaze di Newrozê de serdana Herêma Kurdistanê bike û wî jî gotiye wê gelekî kêfxweş bibe bi serdana wî.

Başa dön tuşu