ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro êrişa têrorîstan ser karwanê berpirsên delwetê li eyaleta Belûçistana Pakistanê şermezar kir

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê pêkutî kir: Berfirebûna kiryarên têrorîstî û bêistiqrarîya navçê, plan û komploya wan xêrnexwazan e ku berjewendîyên xwe di bêewlehbûna welatên islamî da dibînin û ji berfirebûna wê sûdê werdigirin.

Behram Qasêmî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê  îro êrişa têrorîstan ser karwanê berpirsên delwetê li eyaleta Belûçistana Pakistanê şermezar kir û xwe şirîkê derd û xema dewlet, gel û xizm û kesên gorîyên vê cinayetê zanî û got: Têkoşîna li hemberî dîyardeya şûm a têrorîsmê bi durişm û gotinan pêk nayê û kokbirrkirina wê hewcedarê vîyaneke cidî û pêngaveke kêrhatî di çarçova hevkarîya giştî da jibo têkoşîna li hemberî van bobelatên beşerî ye.

Duh di encama teqînekê li ser rêka karwanê Mewlana Evdilxefûr Heyderî alîkarê serokê meclisa SÊna ya Pakistanê li bajarê Mastongê li eyaleta Belûçistanê da, 27 kes hatin kuştinê û 35 kes jî birîndar bûn. Koma têrorîst a DAIŞ`ê berpirsîya vê teqînê da ustîyê xwe.

Behram Qasimî bi gotina vîya ku Komara Islamî ya Îranê bicaran li bara vê rewşa bixeter li hin welatên cînar hişyarî daye, dîyar kir: Îranê amadebûna xwe jibo her cure hevkarîya di warê têkoşîna dijî têrorîsmê da ragihandîye û ser vê bawerê ye ku mirov nikare bi istandardên çendalî û bi hevalbendîyên tam sîyasî yên piştgirên rastî yên têror û şîdet, van kiryarên dijî mirovantîyê kuta bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu