AsyaÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wezareta karên derve ya Iraqê gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku gotibû Îran bi dû rewaca şîetiyê li navçê ye, ret kir û got ev gotinên wiha nemaqûl in

Ehmed Cemal berdevkê wezareta karên derve ya Iraqê li daxûyaniyekê ragihand ku gotinên dijî Îranê yên Mewlûd Çawuşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê nîşana nêhrîna etnîkî ya Tirkiyê li hemberî Iraqê û nêhrîna şaş a Enqerê li hemberî Bexdayê li şerê dijî terorê ne.

Ehmed Cemal li vê daxûyaniyê ragihandiye ku ew gotinên wezîrê karên derve yê Tirkiyê ku îdia kiriye, Îran mezhebê şîe li navçê rewac dide, şaşitiyeke mezin û bêbingeh e.

Serokkomar û wezîrê karên derve yê Tirkiyê li gotinên xwe yên van rojana hevrê digel siyasetên dijî Îranê yên Erebistanê û Rejîma Siyonîstî herwisa îdia kirin ku Îran xwe têkelî nav karûbarên welatên navçê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu