FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê: Roja Cîhanî ya Qudsê li dawîn Îniya meha pîroz a rojîtiyê, yadigara a mayînde ya Îmam Xumêynî yê

Daxûyaniya Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê bi daxûyaniyekê tevî bibîrxistina hestiyariya Roja Cîhanî ya Qudsê ya îslam ji tevahiya gelên misilman û azade li cîhanê bi taybet gelê Îranê xwest ku bi beşdariya li meşa girseyî ya vê rojê, pişta gelê bindest ê Filsitînê bigirin.

Li daxûyaniya Çarşemiyê bi şev a Daxûyaniya Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê hatiye: Roja Cîhanî ya Qudsê li dawîn Îniya meha pîroz a rojîtiyê, yadigara a mayînde ya Îmam Xumêynî (RE), bi derbasbûna nêzikî 40 salan ji dema ragihandna wê, bûye derfeteka yekîtîyêne li warê sekinîna li hemberî dagirkerî, apartayd, tevkujî, duberetîçêkriin û qeyrançêkirina rêjîma zorbêj a dagirker a siyonîst li cîhanê.

Daxûyaniya Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Bêguman sekinîna li hemberî siyaset û pîlanên rêjîma dagirker a siyonîst bi berbihuriya 70 sal dagirkeriyê, pêkanîna cinayetên cengê û cinayeta dijî mirovahiyê, binpêkirina berdewam a qanûn û rêzikên navneteweyî, awarekirina fislitîniyan, kuştina jinan û zarokan, destdirêjî û binpêkirina hakimiyeta neteweyî û yekparçetiya axa welatên cînar  bi tayebt piştevaniya ji komên çete û têrorîst, hewcedara yekîtî û piştgiriya dewletû  gelên misilman e.

Li daxûyaniya Daxûyaniya Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê hatiye destnîşankirin ku Rêjîma Siyonîst di mehên dawî da û di dewama heftî salan destdirêjî û dagirkeriya xwe, ti tirsa xwe ji bêşermî û pêkanîna cinayetan li axa dagirkirî ya Filsitînê tune û dewleta Amerîkayê jî bi komploya veguhestin abalyozxaneya xwe bo Qudsa pîroz, mora piştrastkirinê li van cinayetan xistiye.

Daxûyaniya Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Rewşa niha bûye sebeb ku îsal Roja Cîhanî ya Qudsê bibe yek ji qonaxên dîrokî yên hestiyar li mijara Filistînê ku dikare derfeteka çarenûsaz li warê piştgiirya ji gelê bindest û di bin zilm û zorê yê Filsitînê û têkoşînên wî yên rewa dabîn bike.

Başa dön tuşu