AsyaNûçe

Hevdîtina zerîf ligel cîgirê serokwezîrê Tirkiyê û wezîrê karên derve yê Tacîkistanê

Wezîrê karên derve yê Îranê ligel cîgirê serokwezîrê Tirkiyê û wezîrê karên derve yê Tacîkistanê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora rêvebiriya giştî ya dîplomasiya mêdyayiya wezareta karên derve ya Îranê, wezîrê karên derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf roja yekşemiyê, 16’ê adara 2016’an, li kêleka civîna werzîrên karên derve yên Rêxistina Hevkariyên Islamî li Cakartaya paytexta Endonizyayê ligel cîgirê serokwezîrê Tirkiyê, Numan Koltûrmûş, hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Miheme Cewad Zerîf û Numan Koltûrmûş li vê hevdîtinê li bara guhertinên navçeyê, zemîneyên berfirehkirina peywendî û hevkariyên Îran û Tikriyê, guhertinên herî dawîn ên peywendiyên duyalî û sefera vê dawiyê ya serokwezîrê Tirkiyê bo Têhranê gotûbêj kirin.

Zerîf her viha li kêleka civîna wezîrên karên derve yênn Rêxistina Hevkariyên Islamî li Cakartayê ligel wezîrê karên derve yê Tacîkistanê, Siracedîn Eslof hevdîtin pêk anî û li bara peywendiyên duyalî û mijarên peywendîdar ên du welatan rawêjkarî kir.

Civîna awarteya Rêxistina Hevkariyên Islamî li ser mijara azadiya Filistînê û Qudsa pîroz roja yekşemiyê, 16’ê adara 2016’an, bi amadebûna wezîrên karên derve yên welatên endamê vê rêxistinê li Cakartaya paytexta Endonizyayê bi rê ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu