NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta karên derve ya Sûriyê: Golan beşa cudanebûyî ya axa Sûriyê ye

Wezareta karên Derve ya  Sûriyê bi şandina  du nameyan bo Sekreterê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û serokê Konseya Ewlehiyê ya vê rêxistinê tevî ragahndina dijberiya tund li hember biryara  zêdekirina  Golana dagirbûyî ser Rejîma  Siyonîstî , teqez kir: Golana dagirbûyî beşa cudanebûyî ya vî welatî ye.   Sûriyê her wiha  cardinê ji Konseya Ewlehiyê ya Rêxistian Neteweyên Yekbûyî xwest ku bona parastina  ewlehî û aşitiya  navneteweyî demlidest bikeve dewrê û Rejîma Siyonîstî peywirdar bike ku  siyaseta neqanûnî ya çêkirina bajarokan û kiryarên serkutkirane li dijî xelkê Golanê rawestîne.

 Bilindahiyên Golanê navçeyeke çiyayî ye ku  ketiye  başûrê beşa rojavayî ya axa Sûriyê û ji hêla parvekirinên  îdarî ser bi parzêgeha  Quneytera Sûriyê ye ku 70 km a  ji bajarê Şamê dûr e.

 Rejîma  Siyonîstî li sala 1967`an beşeke  mezin ji bilindahiyên Golanê dagir kir.

 Di hemen demê de Donald Trump serokkomarê Emerîkayê 25 Adarê, li kiryareka yekalî û neqanûnî, hakimyeta  Îsraîlê ser bilindahiyên  Golanê bi fermî nas kir.

Başa dön tuşu