ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Daxuyaniya nûnerên Meclisa Îranê li salvegera şehadeta Şêx Nemer

Nûnerên Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, careka din bi şermezarkirina îdamkirina Şêx Nemer Baqir El Nemer, ruhaniyê têkoşer ê erebistanî, ji saziyên mafên mirovan xwestin pêşiya reftarên ne wekhev ên bi van cure cinayetên dijî mirovan ên Alê Siûd bigirin û erka xwe ya qanûnî û exlaqî cih bînin.

Nûnerên Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja sêşemiyê li yekemîn salvegera îdamkirina Şêx Nemer Baqir El Nemer, bi  weşandina daxuyaniyekî ragihandin îdam û şehadeta Şêx Nemer di rewşekê ku terorîst  gef li aramî û ewlehiya navçe û cîhanê dixwen, asta bêtivdîrbûn û berpirsyarnebûna hakimên siûdî nîşan da.

Nûnerên Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, destnîşan kir: Erebistanê kudi van salên dawiyê de bi piştgiriya ji terorîsma li navçê û êrişa ser axa Yemenê û kuştina xelkê bêsûc ê wê û piştgiriya ji serkutkirina welatiyên welatên din, roleka nekêrhatî li aramiya navçê girtiye ber xwe û di pratîkê de li riya girankirina cudatiyên li navçê pêngavan radike.

Nûnerên Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, destnîşan kirin: Dewleta Erebistanê li kiryareka nemirovane û dijî qanûnên navneteweyî, Şêx Nemer Baqir el Nemer, ruhaniyê payebilind û giranqedr ê cîhana Îslamê şehîd kir.

Şêx Nemer li 15`ê Cotmeha 2015`an ji aliyê dadgeha cezayê ya Alê Siûd ve bi tawanên pûç ên wekî karên dijî ewlehiya neteweyî û muharibê, mehkûmî îdamkirina bi şûrê û li xaçê dan a li ber çavên giştan bû.

Îdamkirina Şêx Nemer wekî cinayeteka bixof û terorîsma dewletî di 2`ê Çileya sala 2016`an de, bi bertekên welatên navçeyê û saziyên serbixwe yên navneteweyî re rûbirû ma (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu