Li gorî rapora roja duşemiyê ya El-Alamê, Ebûelî El-Beserî serokê Yekîna Heloyan û rêveberê giştî yê beşa lêzanînê û rawestana li ber terorîzmê li Wezareta karên hundir a Iraqê raghand: Îbrahîm Elî El-Samerayî navdêr bi Ebûbekir Bexdadî serkirdeyê DAIŞ`ê vê dawiyê piştî giranbûna rewşa wî ya fîzîkî hatiye rakirin bo nexweşxana DAIŞ`ê li navça El-Cezîrê Sûriyê.
Serokê Yekîna Heloyan i Wezareta karên hundir a Iraqê her wiha diyar kir: Rewşa serkirdeyê DAIŞ`ê ji ber birînên wî xirab e û nikare bimeşe. Wî her wiha diyar kir: Ev terorîsta niha di navça El-Cezîra Sûriyê de ye û penaha xwe nebiriye ciheke din.
Pêştir, çavkaniyên îstixbaratî yên Iraqê li bara revîna Ebûbekir Bexdadî serkirdeyê DAIŞ`ê ji bajarê Raweyê li rojava Enbarê bo Dêrazorê li Sûriyê agahî dabû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)