IraqNûçeRojhilatanavin

Wezareta navxwe ya Iraqê cîhê serokê rêxistina terorîst a DAIŞê aşkera dike

Îro 17.04.2017ê şaneya istixbaratê ya wezareta navxwe di beyanameyekê de ragehand, serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebubekir Bexdadî li ser axa Sûriyê jiyan dike.

Şaneya istixbarata wezareta navxwe ya Iraqê amaje bi vê yekê jî kir, ku Ebubekir Bexdadî li navçeyên sînorî yên Sûriyê ye û hatûçûna Iraqê dike û li cîhekê tenê namîne.

Piştî dagirkirina nîvê axa Iraqê û beşek Sûriyê, Bexdadî dewleta rêxistina DAIŞê ragehand û bajarê Reqayê jî wek paytext nasand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu