IraqNûçeRojhilatanavin

Li Silêmaniyê hin terorîst hatin kuştin

Asayişa Iraqê bi navê fermî Ajansa Ewlekariyê ya Iraqê derbarê bûyerên di rojên dawî de daxuyaniyek belav kir ku li Şarezor û Germiyan yên bi ser bajarê Silêmaniyê çêbûne.

Di daxuyaniya Asayişê de wiha hatiye gotin: “Ji ber ku li herêmên Şarezor û Germiyanê yên bi ser Silêmaniyê ve girêdayî ne tevgera terorîstan hatiye dîtin, li van herêman hin operasyon hatine lidar xistin. Di çarçoveya van operoyasyonan de 2 terorîst hatine kuştin û di wesayita van terorîstan de hin teqemenî û êlekên bibombe hatine dîtin.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin ku di operasyonên di nav sînorên Helebçeyê de terorîstek hatiye kuştin û yek jî bi teqemenî û çeka xwe ve birîndar hatiye girtin. Asayişê derbarê pevçûna li navçeya Derbendîxanê de jî ev agahî da: “Li Derbendîxanê ji ber terorîstan gule berdan du sivîl şehîd ketin û piştî vê il herêmê operasyon hate destpêkirin. Di dema operasyonê de bi 4 terorîstên di stargekê de veşartî re pevçûn derketiye. Di dema pevçûnê de terorîstekê bombeya li ser xwe teqandiye û yê din ku êlekên bi bombe li ser wan bû hatine kuştin.” Asayişê derbarê rêxistina kesên hatine kuştin de ti zanyarî belav nekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu