NûçeRojhilatanavinSûriye

Wezareta Parastin a Sûriyeyê: Sedemên êrişa koalîsyonê nayê qebûlkirin

Wezareta Parastin a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de got: Sedemên êrişa El Tanfê ya koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike bi awayê kategorîk nayê qebûlkirin û koalîsyonê bi vê êrişê hedefa xwe nîşan daye.”

Wezareta Parastin a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên koalîsyona navneteweyî êrişî noqteyên leşkerî yên artêşa Sûriyeyê kirin. Berpirsekî wezaretê di axaftina xwe ya ajansa fermî ya SANAyê de got: “Em êrişî şermezar dikin. Wekî ku hêzên koalîsyonê dibêjin ne wesayîtên me ku diçin herêmê bêşêr, noqteyeke me ya leşkerî hedef hat girtin.”

Berpirsê sûriyeyî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike bi êrişa El Tanfê hedefa nîşan daye û ev êriş bi tu awayî nayê qebûlkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu