IraqNûçeRojhilatanavin
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand: Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê karîn hejmarek ji terorîstên DAIŞê tesbît bikin û wan bigirin
Ajansa Mehr Newsê, Wezareta Parastinê ya Iraqê îro ragihand ku komek ji endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê amadekariya operasiyona terorîstî li dij xelkê Iraqê û hêzên ewlehiyê li Nînowayê dikir.
Tevî têkçûna koma terorîst a DAIŞê li Iraqê, hîn hin endamên vê koma terorîst bi awayekî perate kiryarên terorîstî cih tîne.
Herwiha hêzên ewlekariyê yên Iraqê karîn li operasiyonekê de li Mûsilê hejmarek ji bombên dema deshilata terorîstên DAIŞê li parêzgeha Nînowayê dîtin û zevt kirin.
Hêzên iraqî herwiha gundê Qabûsiyê li parêzgeha Nînowayê bi tamî ji teqemenî û cebilxanên DAIŞê paqij kirin.