NûçeRojhilatanavinYemen

Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê: Jiyana zêdetirî 4 hezar nexweşên yemenî di metirsiyê de ye

Serokê hevkariyên navneteweyî yên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Rizgariya Neteweyî ya Yemenê hişyarî da ku ji ber nebûna derman li vî welatî ji ber dorpêçê, jiyana zêde ji 4 hezar nexweşên bi nexweşiya gurçikan di metirsiyê de ye.

Li gorî rapora kanala el-Mesira, Murteza el-Murteza, serokê hevkariyên navneteweyî li wezareta tenduristiyê ya Yemenê roja sêşemiyê got ku dermanên têkildarî têkçûna gurçikan li embarên Wezareta Tenduristiyê dê di rojên pêş de biqede.

Murtaza got ku 4 hezar û 150 nexweşên têkçûna gurçikan dê bi mirinê re rû bi rû bimînin, ger dewreyên diyalîzê bên rawestandin û derman bi dawî bibin, ji ber vê yekê wan ji Neteweyên Yekbûyî xwest ku demildest gav bavêje.

Vî rayedarê yemenî netewên yekbûyî tawanbar kir ku netewên yekbûyî bersiv nedaye daxwaziyên Sana ji bo dabînkirina dermanên diyalîzê û got: wan bi mehan e ji bo dabînkirina dermanên têkçûna gurçikan ji bo sala 2023`an serî li ajansên UNê didin, lê heya niha daxwaza wan hatiye paşxistin.

Rayedarekî Wezareta Tenduristiyê ya Sana diyar kir ku ji ber ku balafirgeha Sana û bendera Hudeyda di bin dorpêçê de ne, hikûmet nikare dermanan îthal bike.

Başa dön tuşu