AsyaCîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezerata Derve Sûriyê, Erdoxanê rexne kir

Wezareta karên derve ya Sûriyê bi daxûyaniyekê ji gotinên vê dawiyê yên Erdoxanê serokomarê Tirkiyê derbarê pêkanîna navçeya ewlehiyê li bakurê Sûriyê rexne kir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRIB Newsê, ji zarê SANA Newsê, Wezareta karên derve ya Sûriyê ragihand: Gotin û kiryrên “Erdoxên” nîşan didin ku Tirkiye tenê ziamnê dagirkerî û destdirêjiyê bi kar tîne û kiryarên vî welatî li dijî xalên bingehîn ên NY û rêziknameya vê saziyê ne.

Erdoxên vê dawiyê got: “Tirkiyê dil heye li çarçova lihevkirina ku tev Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê pêk aniye, navçeyeka ewlehiyê li bakurê Sûriyê ava bike”.

Wezareta karên derve ya Sûriyê li vê daxûyaniyê destnîşan kir: Her karê ku serweriya neteweyî ya Sûriyê binpê bike. dê wek destdirêjî û dagirkirina erdên Sûriyê were zanîn.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Dewleta Sûriyê bibiryar e ku yekparçetiya axa xwe biparêze û li dijî her cûre dagirkeriya Tirkiyê derkeve.

Başa dön tuşu