İslami Davet Kurdi Bange İslami

Wezîra almanî: Sê bankên îranî li Monîxê hatine vekirin

Wezîra aboriyê ya Almanyayê li bara avakirina sê bankên îranî li Monîxa navenda vê eyaletê agahî da.

Li gorî rapora Reuters`ê, Îlzê Aygner roja yekşemiyê li hevpeyvîna  bi rojnama almanî ya Muenchner Merkur`ê re got ku bankên Rojhilata Navîn, Parsiyan û Sînayê îzna avakirina  çiqên derveyî, ji bankên navendî yên Îranê wergirtine. Aygner ku yek ji endamên Partiya Muhafizekar a Yekitiya Sosyal- Mesîhî (CSU) ye got  ku hebûna nûneratiyên bankên îranî li Monîxê jibo danûstanên bazirganî yên dualî pir giring e. Wî got: Prespektîveke îxracatê ya berfireh jibo şîrkertên biçûk û navgîn ên Almanyayê li Îranê heye û ew dikarin vê derfetê rehet di pêşerojê bikar bînin.

Wezîra aboriyê yê Bawaryayê ya Almanyayê got ku beşên endazyarî, çêkirina trimbêlan, hewavanî, teknolojiya jîngehê, teknolojiya pizîşkî û çêkirina dermanan yên Almanyayê pir hez dikin ku xizmetên xwe bifroşine Îranê.

Îlzê Aygenzê tekez kir ku peywendiyên ticarî yên Îran û Almanyayê beriya boykotan jî berdewam di rojvê de bûn û Berlîn ji hêla siyasî û aborî tim wekî yek ji şirîkên ticarî yên herîmezin ên Îranê hatiye naskirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version