CîhanEwropaNûçe

Wezîra Parastinê ji ber mirina 2 leşkeran ji wezîfeya xwe îstîfa kir

Wezîra Parastin ê hikûmeta demkî ya Hollandayê Jeanine Hennis-Plaachaert ji bo li Maliyê du leşkerên hollandî jiyana xwe ji dest dan ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Jeanine Hennis-Plaachaert şevê din hetanî dereng li parlamentoya welatê xwe parastina xwe kir, lê paşî berpirsyariya 2 leşkerên ku li Maliyê di serdema tetbîqatê de jiyana xwe ji dest dabûn girte ser xwe û ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Hennis-Plaachaert piştî raporta Konseya Lekolîn a Ewlehî ya girêdayî Wezareta Navxweyî dît îtîraf kir ku gavên şaş û dereng avêtine û got: “Min ne dixwest ev tişt biqewime.”

Bi Wezîra Parastinê Hennis-Plaachaert re Generalê Hêza Çekdar a Hollandayê Tom Middendorp jî ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Artêşa Hollandayê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî li Maliyê tetbîqateke leşkerî li dar xistibû û di dema tetbîqatê de hawaneke xerabûyî teqiyabû û di encamê de 2 leşker hatibûn kuştin û yek jî birîndar bibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu