IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Bazirganî û Pêşeyê yê Qeterê daxwaza wajokirina lihevkirinameya Ticareta azad bi Iraqê ra kir

Elî Bin Ehmed El Kewarî, Wezîrê bazirganî û Pêşeyê yê Qeterê ku di serê desteyekê da çûye Bexdayê, roja Yekşemiyê li hevdîtina bi Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê ra, wajokirina lihevkirinaameya ticareta azad di navbera du welatan da sebeba danûstandin, handan û piştevaniya ji sermiyandanerên du welatan da zanîn.

El Kewarî her wiha got: Iraqê û Qeterê gellek derfet jibo xebata digel hev hene û vîn û iradeya Qeterê zêdekirina hevkariyan û xurtkirina pêwendiya digel Iraqê li warên aborî, ticarî, avahîçêkirin, sermiyandanîn û danûstandina seferên ticarî da zanîn.

Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê destnîşan kir: Berjewendiyên Iraqê li kêleka cînarên wê tê nasandin û Bexdayê vîn û iradeyeke ciddî jibo berfriehkirina hevkariya digel Qeterê li warên cûrbicûr heye.

Başa dön tuşu