ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkariya Sûriyê mijara sereke ya hêzên çekdar ên Îranê ye

Cîgirê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê got: Îran bi saya raberkirina rawêjakriyên leşkerî bo Sûriyê, pişta vî welatî li şerê dijî têrorîsmê digire.

Cîgirê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Islamî ya Îranê, serdar sertîp pasdar Mesûd Cezayîrî li hevpeyivîna ligel kanala têlêvîziyoniya Meyadînê her viha got: Komara Islamî ya Îranê bi dayîna rawêjkariyên leşkerî bo Sûriyê û raberkirina tecrubeyên xwe ji bo welatên hevpeyman û dost, pişta Sûriyê digire.

Serdar Cezayîrî got: Sûriyê tûşî şerekî giştalî û êrîşên berfireh ên têrorîstî bûye û Têhran ji bo alîkariya Sûriyê dixebite.

Cîgirê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Îranê destnîşan kir: Gişt hêzên çekdar ên Îranê mijara piştgiriya ji Sûriyê xistine nav berbnameyên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu