ÎranNûçeRojhilatanavin

Emîr Ebdullahiyan ser hêz û şiyana Îran û Tirkiyê jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê sekinî

Hisên Emîr- Ebdullahiyan duh yekşemiyê li hevdîtina tev Riza Hakan Tekîn balyozê Tirkiyê li Têhranê destnîşan kir: Îran û Tirkiye xwediyê xalên hevpar ên zav in, loma dikarin heta li mesela Sûriyê jî destekê bidine çareseriya qeyranê û guhertina rewşa heyî. Emîr- Ebdullahiyan li vê hevdîtinê bal kişand ser peywendiyên qahîm ên dualî navbera Têhran û Enqerê ku ev yeka dikare bibe sedema baştirbûna rewşa aloz û dijwar a navçê.

Alîkarê taybet ê serokê meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî herwiha li vê hevdîtinê bal kişand ser alûgurên Tirkiyê piştî darbeya  serneketî ya 15 Tîrmehê li vî welatî û kiryarên dewleta Tirkiyê jibo kontrolkirina vê bûyerê, giring nirxandin.

Riza Hakan Tekîn jî li vê hevdîtinê bal kişadn ser peywendiya dostane ya Îran û Tirkiyê û ji ber helwestên rohn û zelal piştî darbeya serneketî ya Tirkiyê, sipasîya serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê kir.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu