IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevaniya Iraqê: Hêzên eskerî yên Tirkiyê bila ji Beşîqê derkevin

Xalid El-Ubêyîdî Wezîrê berevaniya Iraqê carek din daxwaza derketina hêzên eskerî yên Tirkiyê ji navça Beşîqê kir û ragihand ku pêwîst e Enqere hakimiyeta Iraqê bi fermî nas bike.

Xalid El-Ubeydî Wezîrê berevaniya Iraqê li gotûbêja xwe ya tev rojnama Hurriyetê bal kişande ser derketina hêzên eskerî yên Tirkiyê ji navça Beşîqê kir û got: Em hêvîdarin ku Tirkiye wekî welatê cînar û dost eskerên xwe ji nav axa Iraqê derxwîne ta ku pirsirêkek me çareser be, ji ber ku hebûna hêzên eskerî yên Tirkiyê li Beşîqê tesîrekî nerênî li ser operasiyona azadkirina parêzgeha Nêyînewayê dike.

Xalid El-Ubeydî ragihand ku van rojana eskerên Iraqê mijûlî paqijkirina axa xwe ji wicûda terorîstên DAIŞ’êne û eger eskerên Tirkiyê ji meqera eskerî ya Beşîqê derkevin, hêzên iraqî dikarin ji vê pêgehê dijî DAIŞ’ê istifade bikin.

Wî got: Em wekî dewlet û xelkê Tirkiyê rêz û hurmeta Tirkiyê radigirin û ji xelkê Tirkiyê dixwazin zextûzorê bînin ser dewleta xwe ku ewna eskerên xwe ji nav axa me derxwînin.

Xalid El-Ubeydî destnîşan kir; Bexda li operasiyona azadkirina parêzgeha Nêyînewayê dixwaze ku Tirkiye bibe hevalê me û li prosa avedankirina Iraqê jî alîkariyê bide me û em qebûl nakin hêzên eskerî yên Tirkiyê li nav axa me bin.

Xalid El-Ubeydî bal kişande ser viya ku eger hêzên eskerî yên Tirkiyê ji nav axa Iraqê derkevin, peywendiyên navbera Bexda û Enqerê normal dibin got: Eger Tirkiyê vî karî bike neyariyên me çareser dibin û her çend Tirkiyê hêzên xwe yên eskerî li Beşîqê musteqer kirine lê dîsa jî me peywendiyên xwe tev Tirkiyê qut nekir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu