FilistînÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Berevaniya rejîmê siyonîst: Îsraîl amade ye pêşiya zêdegaviyên Îranê bigire

Wezîrê Berevaniya rejîmê siyonîst Avîgdor Lîberman ragihand, Îsraîl amade ye pêşiya zêdegaviyên Îranê li Rojhilata Navîn bi taybet li derdora sînorên xwe bigire.

Wezîrê Berevaniya rejîmê siyonîst: Avîgdor Lîberman, duh piştî ku serokwezîrê Lubnanê Seid Herîrî dest ji kar kişand, daxuyaniyek da û ragihand, îstifaya serokwezîrê Lubnanê nîşan dide ku Îran û Hizbullah bi temamî Lubnan zeft kirine, ev jî bo Îsraîl û deverê metirsîdar e.

Avîgodar Lîberman her wiha got, Îsraîl amade ye pêşiya zêdegaviyên Îranê û hevpeymanên wî welatî li Rojhilata Navîn bi taybet li derdora Îsraîlê bigire. Ji ber ku Îran û hevpeymanên wê bûne sebeba nîgeranî û fikaran.

Wezîrê Berevaniya rejîmê siyonîst anî ziman ku Îranê hejmoniya xwe li Sûriye û Lubnanê jî bihêz kiriye her wiha şirîta Xeze ya Filistînê jî kontrol kiriye û pêwendiyên Hemas û Cîhada Îslamî û Îranê gelekî bihêz bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu