İslami Davet Kurdi Bange İslami

Wezîrê berevanîyê yê Birîtanîyayê piştrast kir ku Erebistan li Yemenê bombên xweşî yên ku wî welatî çêkirine, bikar anîne

Maykêl Falon wezîrê berevanîyê yê Birîtanîyayê bi raberkirina raporekê bo parlimanterên meclisa ewam a vî welatî ragihand, Erebistana Siûdîyê li şerê dijî Yemenê, bombên xweşî yên ku di dehsalîya 1980`yî da ji Birîtanîyayê kirrîne bikar anîne.

Gotinên Maykêl Falon piştî wê ketin rojavê ku rojnama Guradian`ê duh aşkira kir ku encamên hilkolandinên ku dewleta Birîtanîyayê pêk anîne nîşan didin ku Erebistan û hevgirtîyên wî bombên xweşî yên ku Birîtanîyayê çêkirine, li êrişên hewayî dijî Yemenê bikar anîne.

Sazîya Efûya Navnetewî di mehên buhurî da bi daxûyanîyekê hişyarî dabû ku bombên xweşî yên ku li Yemenê neteqîyane, hin deverên vî welatî kirine “ meydanên mayînê“.

Bikaranîna bombên xweşî li gorî konvansyona çek û rextên xweşî ya ku sala 2008`an hat pejirandinê, qedexe ye û heta niha 108 welatên cehanê ji wan Birîtanîyayê ev konvansyona wajo kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version