NûçeRojhilatanavinSûriye

Xistina 8 firokên bê pîlot ên terorîstan li Sûriyê

Artêşa Sûriyê duh pêncşemê ji xistina 8 firokên bê pîlot ên terorîstan li derûdora bakûra rojavaya parêzgeha Hemayê xeber da.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Ehd, Artêşa Sûriyê duh pêncşemê ragihand, 8 firokên bê pîlot terorîstan li derûdora bakûra rojavaya parêzgeha Hemayê ku dixwestin navça Sehlul-Qabê bombebaran bikin, ketine ber hedefa êrişan û sernixûn bû.

Li gor nûçeyeke din ji Sûriyê hêzên vî welatî duh pêncşemê herwisa karîn bilindiyên başûra navça Eseryayê li derûdora Hemayê ji destê terorîstan derxînin.

Herwisa hatiye ragihandin ku ji ber teqînekî terorîstî li parêzgeha Hemayê hinek ji welatiyên sivîl ên Sûriyê hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Li gor vê nûçeyê, xwekujekê li termînala musafirberiya rojavaya Hemayê xwe teqand ku ji ber vê teqîna terorîstî du jin hatine kuştin û 9 welatiyên din ên sûrî jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu