ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevanîyê yê Îranê: Amerîka ji ber xisara li Îranê xist, dê bersiva teqil wergire

Wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê got: Amerîkîyan her dema xisar li Îranê dane, bersiveke teqil wergirtine û vê carê jî dê bibînin.

Emîr sertîp Emîr Hatemî îro li dawîya civîna desteya wezîran li koma nûçegihanan got: Îranê wek welatekî serbixwe hertim nîşan daye ku zîyanên bi vî rengî nahemilîne.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê bal kişand ser gotinên duh ên rêberê giranqedir ê inqilaba islamî têkildarî vîya ku Amerîka yê berdêla xisarên ku di şend rojan de li Îranê dan bide û got: Gotinên rêberê qedirgiran ê inqilabê ew tecrubana ne ku amerîkîyan bi caran dîtine.

Serokomarê Amerîkayê di çend rojên vê dawîyê  li peyamên curbicur bi destwerdana li karên navxweyî yên Îranê, piştgirî da ajawegêran.

Amerîkayê herwiha înîya buhurî (5`ê Çile) bi daxwaza ji endamên Konseya Ewlehîyê ya NY ji bo lidarxistina civînekê bi merema hilkolandina alozîyên vê dawîyê li Îranê, dil hebû pişta ajawegêran bigire lê, pirranîya endamên vê konseyê li hemberî Amerîakyê sekinîn û nehêlan ku Waşîngtonê vê derfetê ji bo ku bigihêje armancên xwe ji wan piştgirîya ji ajawegêran bi kar bîne.

Sertîp Emîr Hatemî herwiha şîyana mûşekî ya Îranê pişkek ji binesazîya berevanîya Îranê zanî û pêgirî kir: Îran têkildarî şîyana xwe ya mûşekî bi tu welatekî re muzakirê nake û dê vê şîyana berevanîyê bi awayekî berdewam xurt bike.

Başa dön tuşu