ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevanîyê yê Îranê: Armanca dijmin bisînorkirina nifûza Komara Islamî ya Îranê ye

Wezîrê berevanîyê yê Îranê got: Armanca dijmin bisînorkirina nifûza navçeyî û hêza berevanîyê ya Komara Islamî ya Îranê ye.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, emîr sertîp Emîr Hatemî li kombûna fermandeyên artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Dijmin roja îro giheştine vê encamê ku nikarin gefan li Îranê bikin û li istiratêjîya nû ya wan idî bijareyên ser masê xûya nakin.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê bi gotina vîya ku dijminatîyên li hemberî Komara Islamî ya Îranê kêm nebûne belkî lewza dijmin bikîntir û tûjtir bûye, got: Îranê bi saya armancên bilind ên inqilaba islamî niha nifûza xwe nav dilên gelê azadîxwaz de heye lê nifûza dijminan li nav hakimên kirêgirtî yên welatan e.

Sertîp Emîr Hatemî herwiha got: Îrana islamî hertim xwazyarê ewlehî û aramîyê ji bo gelê navçe û cîhanê bûye lê pergala serdest hertim bi dû şêrr û alozkirina navçê bûye ta ku bikaribe qazanceke mezin ji ber firotina çek  ûrextan bike.

Wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê herwiha idiaya pûç a nunera Amerîkayê li NY têkildarî bikaranîna mûşeka îranî li êrişa vê dawîyê ya Yemenê ser Erebistanê encama “ işkesta sîyasetên Amerîkayê li navçe û cîhanê“ zanî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu