ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevaniyê yê Îranê: Bila hêzên biyanî bila ji Sûriyê derkevin

Wezîrê berevaniyê û piştgiriya ji Hêzên Çekdar ên Îranê diyar kir: Hêzên ku bêyî destûra dewleta Şamê derbasî Sûriyê bûne bila ji vî welatî derkevin.

 Emîrê sertîp, Emîr Hatemî Wezîrê  berevaniyê û piştgiriya ji Hêzên Çekdar ên Îranê roja çarşemiyê li gotûbêja  bi televîzyona  RT`yê re xitabî rayedarên Tirkiyê ji wan xwest  ku dilgiraniyên xwe yên ewlehiyê li bakurê Sûriyê bi dewleta Şamê re çareser bike.

Emîrê sertîp Emîr Hatemî her wiha  li bara  îmkana  zêdebûna  nakokiyê û qeyrana li rojhilata navîn ji ber siyasetên Waşengtonê, siyasetên  navçeyî yên Emerîkayê li serkutkirina  DAIŞ`ê işkestxwarî da zanîn.

Pêştir  wezîrê brevaniyê yê Îranê li civîna navneteweyî ya ewlehiyê li Moskowayê bal kişand ser işkesta koma terorîstî ya DAIŞê li navçê û diyar kir: Işkesta DAIŞ`ê  mîna işkesta siyasetên  navçeyê yên Emerîkayê tê heasbê loma  divê li bendê bin ku  ev işkesta destpêka  dewreyeke nû ji dijmiantiyên  navçeyî bibe.

Heftemîn  civîna  navneteweyî ya ewlehiyê ya Moskowayê roja çarşemiyê  bi beşdariya  wezîrên  berevanî, serokên erkantiyê, fermandên pilebilind ên eskerî û berevaniyê û berpirsên  rêxistinên  navneteweyî yên zêde ji 80 wealtên cîhanê li Moskowayê hat li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu