Wezîrê berevaniyê û piştgiriya ji Hêzên Çekdar ên Îranê diyar kir: Hêzên ku bêyî destûra dewleta Şamê derbasî Sûriyê bûne bila ji vî welatî derkevin.
Emîrê sertîp, Emîr Hatemî Wezîrê berevaniyê û piştgiriya ji Hêzên Çekdar ên Îranê roja çarşemiyê li gotûbêja bi televîzyona RT`yê re xitabî rayedarên Tirkiyê ji wan xwest ku dilgiraniyên xwe yên ewlehiyê li bakurê Sûriyê bi dewleta Şamê re çareser bike.
Emîrê sertîp Emîr Hatemî her wiha li bara îmkana zêdebûna nakokiyê û qeyrana li rojhilata navîn ji ber siyasetên Waşengtonê, siyasetên navçeyî yên Emerîkayê li serkutkirina DAIŞ`ê işkestxwarî da zanîn.
Pêştir wezîrê brevaniyê yê Îranê li civîna navneteweyî ya ewlehiyê li Moskowayê bal kişand ser işkesta koma terorîstî ya DAIŞê li navçê û diyar kir: Işkesta DAIŞ`ê mîna işkesta siyasetên navçeyê yên Emerîkayê tê heasbê loma divê li bendê bin ku ev işkesta destpêka dewreyeke nû ji dijmiantiyên navçeyî bibe.
Heftemîn civîna navneteweyî ya ewlehiyê ya Moskowayê roja çarşemiyê bi beşdariya wezîrên berevanî, serokên erkantiyê, fermandên pilebilind ên eskerî û berevaniyê û berpirsên rêxistinên navneteweyî yên zêde ji 80 wealtên cîhanê li Moskowayê hat li dar xistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)