ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevaniyê yê Îranê: Hevalbendiya welatên rojavayê jibo rawestana li ber terorîzmê xapokîn e

Wezîrê berevanî û piştgiryê yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, hevalbendiya welatên rojavayê jibo rawestana li ber terorîzmê li navçê xapokîn da zanîn.

Serdar sertîp Huseyn Dihqan,  Wezîrê berevanî û piştgiryê yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li gotûbêja bi televîzyona Rûsiya El-Yewmê re, bal kişand ser vê yekê ku hevalbedniya  welatên rojavayê jibo rawestana li ber terorîzmê hevalbendiyek e rûvekî û xapokîn û wan viyana rawestana li ber terorîzmê li Iraq û Sûriyê tinen û got : Îranê bi Emerîkayê re  tu hevahengiyek û hevkariyek tine.

Serdar Huseyn Dihqan bal kişand ser vê yekê ku DAIŞ û bereya El-Nusreyê nikarin bibin beşek ji agirbesa Sûriyê û diyar kir: Divê hemî li bara rawestandina piştgiriyên siyasî, aborî û eskerî ji terorîstan berpirsiyar bibin.

Wezîrê berevanî û piştgiryê yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir li gor plan û bernameyên ku jibo azadkirina navçên curbicur ên Sûriyê cih hatibû, azadiya Helebê bû karê sereke.

Wezîrê berevanî û piştgiryê yê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê li beşeke din ji axiftina xwe diyar kir, heke Şam bixweze hêzên Tirkiyê ji bakurê Sûriyê derkevin, divê Tirkiye hêzên xwe ji vê navçê derxîne.

Wezîrê berevaniyê her wiha destnîşan kir  ger pêwîst be Îranê dê alîkariya şêwirkariyê bide artêşa vî welatî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu