ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê berevanîyê yê Îranê: Hevkarîyên Îran û Çînê garantîya aştîya cehanî ne

Wezîrên berevanîyê yên Komara Islamî ya Îranê û Çînê rêkên berfirekirina hevkarîyên berevanî û serbazîyê yên her du welatan li qadên navçê û navnetewî hilkolandin.

 Serdar sertîp Hisên Dêhqan wezîrê berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê îro li hevdîtina ligel sipehbod Çang Wan Çuwan wezîrê berevanîyê yê Çînê li Têhranê got: Hevkarîyên Îran û Çînê garantîya aştîya cehanî ne.

Serdar Dêhqan berfirekirina hevkarîyên berevanî-serbazî yên demdirêj ligel Çînê yek ji ewlewîyetên sereke yên dîplomasîya berevanîya Îranê zanî û got: Parastina aştî û istiqrarê li Asîya û Oqyanûsîyê erka hemî welatên navçê ye.

Serdar Dêhqan bi gotina vîya ku roja îro gefa DAIŞ`ê û komên din ên têrorîst bûye pirsgirêkeke girîng a navçeyî û cehanî û ediland: Sekinîna li hemberî van cure qeyranan hewcedarê hevkarîya ji dil û kêrhatî ya hemî welatên cehanê nemaze ya wan welatan e ku pêrgî gefên têrorîstî bûne.

Wezîrê berevanîyê yê Îranê herwiha got: Komara Islamî ya Îranê bi hegera tecrubeyên ku di çend salên vê dawîyê da li warê sekinîna li hemberî têrorîsmê bidest xistine, jibo hevkarîya komkî bona sekinîna li hemberî vê pirsgirêkê amade ye û ser vê bawerê ye ku Çîn jî dikare di vê pêvajoyê da roleke girîng bilîze.

Wezîrê berevanîyê yê Çînê jî di vê hevdîtinê da got: Berjewendîyên hevpar û nêrînên Îran û Çînê li bara meseleyên curbicur ên cehanê û navçê rê jibo berfirekirina hevkarîyên her du welatan di warên berevanî û serbazî da serrast kirine.

Wezîrê berevanîyê yî Çînê li ser pêwîstîya cihanîna deqîq a rêketinamên berevanî-leşkerî yên her du welatan sekinî û hêvî kir ku serdana wî ya Têhranê bibe destpêkek nû l iwarê berfirekriina peywendîyên berevanî û leşkerî yên her du welatan (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu